Pêşmerge li Kifrî êrîşa DAIŞê têk birin

Kurdistan 10:08 AM - 2021-11-29

Wezareta Pêşmerge ragihand ku şeva Yekşemê hêzên wan karîn êrişa terorîstên DAIŞê li Kifrî têk bibin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, di demjimêr 10:18 xulek de terorîstan êrîşeke tirsonek bo ser xaleke hêzên Pêşmerge li navçeyên di bin kontrola Firqeya Sêyemîn a Lîwaya 17 a Kifrî de pêk anîn.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, hêzên pêşmerge yên qehreman bi tundî bersiva êrîşa hovane da û karîn êrîşa terorîstan pûç bikin û amaje bi wê yekê jî kir ku terorîst reviyane û rewş di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket