Bafil Talebanî: Pêwîstiya Pêşmerge û artêşê bi xebat û hemahengiya hevbeş heye

Kurdistan 12:28 PM - 2021-11-28

Derbarê êrîşa terorîstên DIŞIê bo ser hêzên pêşmerge li Goleco, Bafil Celal Talebanî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku em careke din daxwaza birêvebirina hevbeş a dosyaya ewlehiyê li navçeyên nakokdar dikin, bi siyaset û nêrîneke din bo pêkanîna ewlehî û aramiyê.

Metna daxuyaniyê:
 Şeva borî di hewleke terorîstan êrîşî Hêzên Pêşmerge li sînorê Golecoyê hat kirin.”
“Mixabin êrîşa terorîstan bû sedema şehîdbûna 5 pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna 4 pêşmergeyên din.” Em êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin, û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û cansaxiya birîndaran dixwazin."
“Ji bo van kiryarên terorîstî, pêwîstiya me bi plan, bernameyeke hevbeş û hemahengî heye, bi taybetî bihêzkirina karê hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê de, ji bo rûbirûbûna paşmahiyên DAIŞê û rêgirtina li tevgerên wan, ku metirsiyeke mezin li ser wan sînoran e. ."
 "Ji vir ve em careke din daxwaza birêvebirina dosyaya ewlehiyê li wan sînoran dikin, bi siyaset û nêrîneke din bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li wan deveran."


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket