NY daxwaza dadmendiyê ji bo jinên Êraqî dike

Jin 12:18 PM - 2021-11-25

Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Êraqê piştrast kir ku tundûtûjiya ziyanê digihîne jinên Êraqî, û tekez kir ku azadbûna wan ji tundûtûjiyê dê alîkariya wan bike ku bigihin armancên xwe yên perwerdehî û pîşeyî.

"Di belavoka nûnertiyê de wiha hat: dema ku em Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê pîroz dikin, û em 16 rojan li dijî tundiyê dest bi çalakiyan dikin, divê em ji bîr nekin ku tundiya li ser cura civakî zirarê dide tenduristî û xweşiya jin û keçan." Di daxuyaniyekê de hat gotin, yek ji sê jinên 15 salî û mezintir li seranserê cîhanê bi kêmanî carekê di jiyana xwe de rastî tundûtûjiya sêksî hatiye.
"Li Êraqê, hikûmet û aliyên xwecihî bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî kar dikin ji bo baştirkirina xizmetguzariyan ji bo rizgarbûyan, di nav de gihandina lênihêrîna tenduristî, birêvebirina rewşên  rizgarbûyan û alîkariya yasayî.

Nûnertiyê ji Encûmena Nûneran xwest ku "qanûna li dijî tundetûjiyê nav malê bi armanca başkirina bersiva dadwerî ya ji bo darizandina dozanb û misogerkirina cezakirina berpirsiyarên sûcdar jpesend bike, Kesên ku ji tundetûjiyê rizgar bûne pêdivî bi jîngehek parastinê hene da ku bikarin bi pêş û ser bikevin.
Amaje bi wê yekê kir ku cezakirina tawanbaran û peydakirina lênêrînê û başkirina xizmetguzariyan ji bo kesên rizgarkirî û bihêzkirina jinan di warê aborî de bi riya derfetên kar, pêşvebirina nêzîkatiyên hestiyar ên çandî ji bo guhertina civakî û tevgerên erênî yên ji bo mêr û kuran hemî faktor in ku dikarin bibin alîkar di xweamadekirina jin û keçan di civakeke bê tundetûjî û destdirêjî di nav de cihê kar. ji bo avakirina civakek aram ji jinan re.
Di dawiya belavokê de wiha hat gotin: "Divê em berhev bên û dengê xwe bilind bikin li dijî her cure tundiya li ser jin û keçan li Êraqê . Em ê erk û xebatên xwe yên hevpar ên ji bo piştgirîkirina cîbicîkirina biryara 1325'an a Encûmena Ewlekariyê ya ji bo beşdarbûna siyasî ya jinan bikin yek, û   amaje bi wê yekê jî hat kirin ku azadiya ji tundûtûjiyê dê bibe alîkar ku jin û keç bigihîjin armancên xwe yên perwerdehî û pîşeyî, serxwebûna aborî bi dest bixin, karan ava bikin û bi gelemperî beşdarî pêşkeftina civat û civaka xwe bibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket