Xwepêşandanên Xwendekaran û mafdariyên wan

Kurdistan 03:41 PM - 2021-11-23

Xwepêşandanên Xwendekaran û mafdariyên wan ji bo çaraserkirina guncaw di zanîngeh û peymangehan de.
Ev sê rojin xwendekarên zanîngeh û peymangehan li Herêma Kurdistanê dest bi baykotkirina xwendingehan klirine û êdî dest bi xwepêşandanên nerazîbûnan jî kirine tako mafdariyên darayî yên mehene bi destbînin ku wek maf ji wan re hatibû destnîşankirin.

Duh roja dşemê 22-11-2021`an, ji bo daxwazên darayiên jiyana xwe di xwendinê de, bi dehan xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê xwepêşandan kirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku mafdarî û xerciyên wan payde bike.
Peyamnêrê me diyar kir ku di roja duyemîn de xwepêşander li ber avahiya zanîngeha Silêmaniyê kom bûn û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku daxwazên wan bide û amaje bi wê yekê jî kir ku xwepêşandanên bi heman rengî li Germiyan û Raperîn û parêzgeha Helebçe jî hatin lidarxistin. .


Di dirêjahiya daxuyaniya peyamnêrê PUKmedia`yê ku bi xwe jî di nava xwepêşandana de ye wiha pêde çû û got: Xwendekarên zanîngeha Raperînê rêya ku Raniye û Çiwarqonê girêdide girtine û daxwaza çareser kirina kêşeyên xwe di zûtirîn dem de dikin.

Îro roja sêşemê jî hem li Silêmanî û hem li Hewlêrê jîxwepêşandanan di karên xwepêşandanên nerazîbûnê de, dirêjî pêdan û heya niha jî dirêjpêder in û daxwaza mafên xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Îro li Hewlêrê Parlemana Kurdistanê li ser dasxwaza hinek parlemaneter mafdariyên xwendekaran gotûbêj dike.
Hinek ji endamên parlemana Kurdistanê yadeştek arasteya parlemana Kurdistanê kirin tako li ser kêşe û destkeft û mafdariya xwendekarên zanîngehan gotûbêj bikin.
Di wê barê de, endamê parlemana Kurdistanê li ser koma YNKê di parlemana Kurdistanê de Balamo Mihemed di heyama daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku babeta mafdarî û destkeftên xwendekarên zanîngehan, babeteke gelek girîng e û ji çna zarokên mene.

 Koma YNKê yê parlemana Kurdistanê piştgiriya daxwazên rewa yê xwendekaran dike.

Her weha di wê barê de, koma YNKê di parlemana Kurdistanê de, helwesta xwe di wê barê de, aşkire û zelal kir û daxwaza wê yekê kir ku êdî ew wek koma YNKê di parlemana Kurdistanê de, piştgiriya maf û azadiyên xwendekaran dikin û xwezyarê wê yekê ne ku hikûmet bi zuhtirîn dem, mafdariyên darayî yên xwendekarên zanîngeh û peymangehan xerc bike.

Di wê barê de, serokê koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di parlemana Kurdistanê de Ziyad Cebar di heyama kongireyeke rojnamevanî de aşkire kir ku ew wek koma YNKê li parlemana Kurdistanê piştgiriya daxwazên xwendekarên zanîngehan dikin û li gel xerckirina  mûçeyên mehene.
Parlemanter Ziyad Cebar di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha got; Em piştgiriya daxwazên xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê yên rewa dikin û xwezyarên xerckirina mûçeyên mehene û mafdariyên wan dikin.

Parastina jiyan xwepêşanderan

Lîwa Çeto Salih di heyama kongireyekle rojnamevanî de wigha got; Parastina jiyana xwepêşanderan erkê me ye

Her weha di barê helwesta wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Birîkarê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê Lîwa Çeto Salihdibêje erkê me parastina jiyan û giyanê xwepêşanderan e.
Birîkarê wezareta navxweyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê lîwa Çeto Salih di derbarê xwepêşandanên xwendekaran de aşkire kir ku erkê wan parastina jiyana xwepêşanderan e.

Her di wê barê de, di heyama Kongireya rojnamevanî de, birîkarê wezareta navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Çeto Salih li ber malbenda yek ê Silêmaniyê ragihand ku ew daxwazên xwendekaran bi rewa dizanin û ji hêzên ewlehiyê daxwaz kir ku bi awyekî hêmin û aram helsewkewt li gel xwepêşanderan bikin.

Silêmanî; 6 roj pişû hat ragiahndin


Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 6 roj pişû hat ragiahndin.
Ji sibê ve hemû zanîngeh û peymangehên li sînorê parêzgeha Silêmnaniyê bi heyama 6 rojan wek pişû hate ragiahndin
Di wê barê de, jêdereke ji kenala Kurdsatnewsê re ragiahnd ku ji sibê ve bo heyama 6 rojan dest bi pişutya zanîngeh û peymangehên di sînorê Silêmaniyê de bo heyama 6 rojan dikin pişû.

YNKê helwest nîşanda û piştgiriya xwepêşanderan kir


YNKê helwesta xwe derbarê xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de ragihandin û piştgiriya daxwazên wan ên rewa kir.
Derbarê xwepêşandan û daxwazên xwendekaran de ku vê dawiyê destpê bûye, YNKê dazanîn ku xwendekar mafdar in û ji hikûmetê daxwaz kir ku dermalên wan ên mafdariya darayî bê xerckirin û ew kêşe û alozî bêne çareser kirin.
Her weha ji hêzên ewlehiyê dikin ku xwe bigrin û tundûtîjiyê li dijî xwepêşanderan bikar neyênin. Ji ber ku daxwazên wan rewane û em rê bi ti aliyên ne berpirs nadin ku xwepêşandanan ji bo xwe qorxbikin û bikarbînin.


Di wê barê de, peywvdarê fermî yê YNKê Emîn Şêx di barê helwesta YNKê  bo xwepêşanderan de aşkire kir kubi riya belavokekê helwesta YNKê aşkire dike ku YNKê li gel daxwazên rewa ên xwepêşanderên xwendekarên zanîngeh û peymangehan e.
Di daxuyaniya xwe de, Baba Şêx aşkire kir ku  ew daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku li hemberî xwepêşanderan tunûtîjiyê nekin û xwebigrin  çimkê daxwazên xwendekaran rewane û ji xwepêşanderan jî daxwaz kir ku xwepêşandanan bi awayekî aram û şarestanî û aştiyane bikin û dûr li tundûtîjiyê û ajawekariyê bin û em  rê nadin bi ti aliyên ne berpirs ku xwepêşandan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û qorxbikin.


 Malbenda 1 ya YNKê li Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwendekaran kir.

Peyvdarê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li Silêmaniyê ragihand ku ew bi daxwazên xwendekaran ên rewa re ne.
Îro roja sêşemê 23-11-2021`an peyvdarê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  li Silêmaniyê Cebar Faris ragihand;"YNKê piştgiriya daxwazên rewa ên xwepêşanderên xwendekar dike û daxwaz kir ku xwepêşandanên aştiyane û dûr li tunnd û tîjiyê bikin."

Aşkire kir ku YNKê ji roja avakirin û damezrandinê ve her li gel daxwazên gelê xwe hêmin û aram bû. di destpêka hatina xwendekaran li pêş malbenda 1 li Silêmaniyê û daxwaznameya xwe pêşkêş kirin., lê jhinek tevlîhev hebûn ku xwestin kaxezan tevlîhev bikin û riya xwepêşandana aştiyane veguhrînin bo tundûtîjiyê. Gelek spas ji Xwedê re ku ti ziyanên canî rûnedan û em bihêvî ne ku bi awayekî aram û aştiyane û şarestaniyet daxwazên xwe bikin.


PUKmedia
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket