Dezgeha Lûtgeh; Yekîtiya Ewropayê derbasbûna penaberên kurd napejirîne

Tarawgeh 04:57 PM - 2021-11-14

Dezgeha Lûtgeh ya karûbarên penaberan li Êraq û Kurdistanê ragiahnd; Yekîtiya Ewropayê derbasbûna penaberên kurd napejirîne.
Îro roja yekşemê 14-11-2021`an, Dezgeha Lûtkeyê ya karûbarên penaberan aşkire kir ku tiştekî wiha nîne ku wê Almanya pêşwazî li penaberên kurd ên ku di sînorê Belarûsiya û Polandayê de tengav bûne.

Di wê barê de, serokê Dezgeha Lûtke ya bo karûbarên Penaberan Arî Celal ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Bi qasî 6 bo 7 hezar li Belrûsyayê û bi qasî 3 hezaran jî li ser sînorê Polanda û Lîtwanya di rewşewke nebaş û metirsîdar de dijî.

Di wê daxuyaniya taybet ji PUKmedia`yê re Celal aşkire kir ku welatên Yekîtiya Ewropayê derbasbûna penaberên ku li ser sînor mane nepejirand û fişarê saz dike ku wan vegerîne bo Êraqê û derbarê hewildanên Êraqê bo vegerandina wan penaberan aşkire kir ku hîn tiştekî fermî di wê barê de tune ye.

Her weha ji aliyekî din ve jî, peyvdarê fermî ê wezareta derva a Êraqê Elî Ebas jî ji PUKmedia`yê re aşkire kirbû ku  wezareta derva û ya koç û koçberan lihev dicivin takoew pereyên ku hikûmetê ji bo penaberên ku li ser sînorê Belrûsiya û Polandayê mane, jihev zelal bikin û wê kêşeyê çareser bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket