(YNKS) 61emîn Salvegera Agirê Sînema Amûdê bibîr anî

Kurdistan 04:06 PM - 2021-11-14

Gotina Serokê (YNKS) di 61emîn Salvegera Agirê Sînema Amûdê de
Ji zaroktiya me de, her  dem çîrokên Agirê Sînema Amûdê bi bîrdanka me vidida, peyv û rengê agir li me kom dibûn, şihîna agir bilindtir dibû, pê re dilê me dikir helkehelk, guhê me miçtir dibû, çavên me ziq diman û girêza tirsê diherikî, tirsa ji şewata  bi agir.
Sala agirê sînemê, berê êgir bi salekê, piştî êgir bi salekê, me guman dikir ku dîrok ji wî agirî destpê dike, me dîmenin bitirs û saw di xeyala xwe de dinexşandin û her dem ew ayeta Qurana pîroz ya tirsnak di serê me de digeriya (her ku çermên wan dişweite, em çermin din ji wan re diguherin).  Em dilerizîn û çogên me li hev diketin ku me xwe di  wê dojehê de xeyal dikir.
Îroj piştî 61 salî, hîn çirûskê wî agirî bi bîrdanka me vedide, dirûxîne, û talan dike. me nû nas kir ku xeyala me çiqas teng û sînorkirî bû mîna xewnên me yên wê çaxê.
Teng mîna xeyala wan zarokên ku tirsiyan dema rêvberê dibistanê ji wan re got " yê ku ribek wereqe neyne û neçe sînemê êdî wê ji dibistanê were qewrandin".
Ta tiştê herî xweş jî ji zarokên kurda re bi êş û tirs e, dayika dilovan û  ji bo ku zarokên wê ji dibistanê neqewrin hinek ji burxilê xwe yê qûta malê difroşe ta ku buhaya bilêta sînemê peyda bike û her du sêwyê xwe bi çûna sînemê dilşad bike. Ew dilşad kirin lê ta mirinê ew mest û xemgîn ma. Her du zarok jî bûn ardiwê şoreşa Cezayirê.
Lê em bipirsin ev 61 sal e çend şandên Cezayir yên fermî serdana Sînema Amûdê kirine.
Çend nivîskar u helbestvanên Cezayirî li ser Sînemê nivîsandine.
Çend kolan ,  dibistan, gulîstan, navê Amûdê, yan sînema şehrezad, yan Navê lehengê Sînemê Mihemedê Seîdê Deqorî lê hate kirin.
 Cezayir fidakarî, qurbanî û qenciya zarokê Amûdê bi imzekirina peymana Cezayirê sala 1975an li wan vegerand. Û bêtir ji zarokên kurdan li Kurdistanê kuştin û sêwî  kirin û şoreşeke pîroz têk bir.
Gotin 180 zarok şehîd ketin û gotin250, û 350 û 500 zarok şehîd ketin..  Tenê nivîskarê gorbuhuşt yê ku vê dawiyê jiyana xwe ji bo bûyera agirê Sînemê terixand, wî tenê dizanîbû bê çend berx di kozika dilê wî de şewitîne.
Dixwazim derfetê bigrim û Nivîskar Hesen Dirêî yê ku berî 8 salan çû ber dilovaniya xwedan û çavê xwe bi dîtina çapkirina beşê duyem ji pirtûka xwe ya bi navê ( Amûdê Dişwite) kil nekir bibîr bînim. Di 13 meha 11an  sala 2013an pişta xwe da me, bû mêvanê zarokên sînema Amûdê  û agirê dilê me gur hişt.
Carek din sersaxiyê ji Amûdê re dixwazim, jiyaneke xweş ji nifşê nû re dixwazim, her weha ji Rêveberiya Xweser û rêxitinên mafê mirovan û parastina zarokan dixwazim ku dosya sînemê bi welatê Cezayirê re vekirî bimîne ta ku encamp bide.

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket