Li cîhanê 45 milyon kes bi xelayê re rû bi rû ne

Cîhan 12:36 PM - 2021-11-08

Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya NY`yê hişyarî da ku hejmara kesên li ber xelayê li 43 dewletan gihaşt 45 milyon kesî ku îsal 3 milyon kes lê zêde bûne û birçîbûneke zêde li tevahî cîhanê heye.
Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WTF) ya Netewetên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku hejmara kesên li ber xelayê li 43 dewletan bû 45 milyon û rêjeya birçîbûnê li tevahiya cîhanê bilind bûye.

WTF’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îsal 3 milyon kesên din li Efganistanê bi xelayê re rû bi rû mane.

Gerînendeyê WTF’ê David Beasley ragihand ku şer, guherîna avhewayê û her wiha vîrusa Koronayê hejmara kesên birçî dimînin, zêde dike. Beasley destnîşan kir ku buhayên sotemeniyê, xwarin û semadê bilind dibe. Ev jî dibe sedema aloziyên nû, wekî aloziya ku niha li Efganistanê, her wiha rewşên awarte yên li Yemen û Sûriyê.

David Beasley piştrast kir ku malbatên di şert û mercên birçîbûnê de dijîn, neçar dimînin zarokên xwe bizewicinîn an jî wan ji dibistanan derxin.

Her wiha hate ragihandin ku rêjeya birçîbûnê li Etiyopya, Somalî, Angola, Kenya û Burundiyê zêde bûye.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket