Vê carê Reşvan serdana radyoya (Yerevan Xeberdide) kir

Tarawgeh 03:24 PM - 2021-10-27
Serdana Robîn Reşvan ji avahiya radyoya Yerîvanê re

Serdana Robîn Reşvan ji avahiya radyoya Yerîvanê re

Nivîskar û rojnamevanê kurd Robîn Reşvan ku di dengê Amerîkayê de dixebite û nivîs û şiroveyên xwe ên cuda cuda li ser rewşa kurd û Kurdistanê di kenal û rojname û kovarên herêmî û navnetewî de hene, di serdana xwe ya Yerîvanê de, serdana çendîn kesayetiyên nivîskar û rewşenbîr û ronakbîr û helebestvanên navdar ên kurd kir, lê vê carê jî, serdana radyoya herî navdar a Yerîvanê kir.
Robîn Reşvan di nivîseke xwe de derbarê wê serdanê de wiha pêde diçe û dibêje; Di seredana me ya Ermenistanê de dîtina Radyoya Rewanê cîhekî zef girîng girt. Ew radyoya ku bi keda Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Xelîlê Çaçan, Ahmedê Gogê û hîn bi dehan rewşenbirên me hatiye xemilandin di dîroka gelê Kurd de xwedîyê cîhekî pir bilind e.
Her weha di dirêjhaiya nivîsa xwe de, Robîn Reşvan dide xuyakirin ku; Li ser cadeya mezin navê Apê Keremê hatiye nivîsîn ku ew yek dilê merivan pir şa dike. Di soxbeta bi Serokê Para Kurdî Titalê Kerem Choloyan de me Apê Kerem jî bi hezkirineke kûr bi bîr anî.
Lê di barê serdana radyoyê de, Reşvan ev got; Di seredana radyoyê de ez bûm mêvanê rêvebirê giştî ya Radyoya Yerevanê Garegin Khumaryan û em ser weşanên bi zimanê Kurdî û girîngîya Kurdên Ermenistanê ya bona hemî Kurdan axifîn…

Li vir jî vîdyo bibînin...

Ev jî wêneyên ku di Radyoyê de girtiye ye;

Bi rêvebirê giştî ya Radyoya Yerevanê Garegin Khumaryan re

Serokê Para Kurdî ya Radyoya Rewanê Tîtalê Kerem

Her weha Reşvan di wê serdana xwe ya bo Yrçvanê dazanîn; Di dema seredana Ermenistanê de min deputatê (parlamanter) Kurdan Kinyazê Hemîd jî dît. Em epêce derheqa civaka Kurd li Ermenistanê peyîvîn .

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket