Reşvan vê carê jî mêvanê nivîskar Hinara Tajdin bû

Wêje û Huner 03:33 PM - 2021-10-23

Vê carê jî rojnamevan û nivîskarê kurd Robîn Reşvan serdana nivîskara kurd a naskirî û xwediya pirtûka Rojavayê Hinara Tajdin kir.

Di wê barê de, Reşvan dibêje; Li Rewanê, li ofîsa rojnameya Zagros ya kelêka rojnameya Kurdî ya herî temendirêj R’ya T’eze min helbestvana hêja Hinara Tajdin dît.
Robîn Reşvan di dirêjahiya niovîsa xwe de aşkire kir; Me soxbeteke delal li ser berhemên wê kir, rojên zêrîn yên R’ya T’eze (Rîya Teze) bi bîr anîn û ruhê rewşenbîrên me yên Mîna  Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Elîyê Evdilrehman û xizmetkarên din yên çand û zimanê Kurdî şad kir.
Her weha di barê nêzeketiya wê nîvîskarê ji helbestan re, Reşvan wiha pêda çû û got; Xuşka Hinar bi heweseke mezin helbestên xwe dinivîse û heta niha 7 pirtûk çap kirine. Bi keda kesên wek Hinar Tajdîn Kurmancîya bedew hîn jî sûk û kolanên Rewanê dixemilîne...

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket