Hijmareke nuh ji girtiyên Badînan serbest tên berdan

Kurdistan 12:40 PM - 2021-10-21

Roja Pêncşemê 21-10-2021`an dadgeha tawanan li Hewlêrê biryar da ku komek nû ji çalakvanên Badînan berde.

Tîma parastinê yê girtiyên Badînanê di konfranseke rojnamevanî de ku PUKmedia dişopand de got: dadgehê biryar da ku Amêr Xalid serbest bê berdan û Kemal Silêman û Cemal Xelîl Firset Ehmed bi salek zîndan hatin cezakirin lê ji ber ku ev zêdetirî salekê di zîndanê de ne  ew serbest hatin berdan.

Parêzer Beşdar Husên, endamê tîma parastina girtiyên Badînan ji PUKmedia`yê re got: Piştî jimartina heyama ku Bedel Birwarî di girtîgehê de derbas kiriye,duh serbest hat berdan ji ber ku ti belge li dijê tune bûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku 82 rojnamevan û çalakvan nêzîkî 14 meh in li Hewlêrê girtî ne, ku 5 ji wan bi şeş sal zindan hatine cezakirin, û dadgehkirina jimarek ji wan hate paşxistin, û jimareke din jî hîn nehatine dadgeh kirin .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket