Sotemenî bilind bû .. Parlamentoyê bang li wezîrê çavkaniyên xwezayî kir

Kurdistan 10:16 AM - 2021-10-20

Komîteya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê civînek li dar xist û sedemên bilindbûna nirxê mazot û petrola spî li Kurdistanê gotûbêj kirin.

Endamê parlemana Kurdistanê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerwan Kezneyî li ser rûpela xwe ya Facebookê got: Komîteya Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî sedemên bihabûna benzîn, petrol û gazê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Komîteyê biryar da ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê gazî Parlamentoyê bike ji bo gotûbêjkirina sedemên bihabûnê, destnîşan kir ku vê pirsgirêkê barê welatiyên Herêma Kurdistanê giran kiriye û divê di demeke zo de were çareser kirin .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket