Brîtanya 3 zarok ji malbatên DAÎŞê wergirtin werdigire

Kurdistan 09:46 AM - 2021-10-20

Şandeke Brîtanî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Brîtanyayê yê Sûriyê Jonathan Hargreaves, di heyama  serdana bakur û rojhilatê Sûriyê (rojavayê Kurdistanê) de 3 zarokên Brîtanî yên ji malbatên DAÎŞê birin.

Şandê ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawîn ên li herêmê hatibû û ji aliyê hevserokê rêveberiya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û rêvebirê deriyên Rêveberiya Xweser Xebat Mihemed ve hatin pêşwazî kirin.

Li gorî belgeya fermî ya radestkirinê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Keyaniya Yekbûyî de, şandeyê 3 zarokên Brîtanî wergirtin. Jonathan Hargreaves dilgiraniya xwe derbarê rewşa mirovî ya li kampan anî ziman û got: "Şerê li Sûriyê di dîroka mirovahiya yek ji şerên herî bi xwîn û wêranker e û piştrast kir ku wê di şerê li dijî DAÎŞê de piştevan bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket