Silêmanî bi pêdiviyên bijîşkî piştgiriyê dide Raperîn

Kurdistan 01:47 PM - 2021-10-19

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Silêmaniyê li hember belavbûna vîrusa Koronayê piştgirî û piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Rêveberiya Raperînê piştrast kir.

Rêveberê Giştî yê Tenduristê D.Sebah Hewramî di konfransek rojnamevanî ya hevbeş de ligel Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Raperîn re got: Rewşên tenduristî li deverê ber bi xirabbûnê ve diçe, îro ji bo piştgiriyê em li vir in û hinek pêdewîstiyên pijîşkî peydakiriye , û bang li welatiyan kir ku xwe biparêzin û vaksînê li xwe bidin ji ber ku ew tenê çareserî ye.

Ji hêla xwe ve, Dr. Diyar Ibrahîm Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Raperîn got: Em hewil û piştgiriya Parêzgeha Silêmaniyê ji me re bilind dinirxînin, û em ê bi hev re rûbirûbûna vîrusê bin ji ber ku rewşa deverê di metirsiyê de ye divê ku oksîjîn bê peydakirin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket