Rûsyayê careke din herêmên “bê çek” bombebaran kirin

Cîhan 12:48 PM - 2021-10-19

Balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran derdora nuqteyeke artêşa Tirk ên li çiyayê Zawiye yê gundewarê başûrê Idlibê kirin hedef. Li aliyekî din di encama topbarana ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve ya li ser herêmên gundewarê başûrê Idlib û gundewarê rojavayê Helebê de çeteyek hat kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê herî kêm bi 3 êrişan herêmên "Bê çek" armanc girt ,hêzên hikumeta Şamê deverên li Serce û Qaqafîn ên gundewarê başûrê Idlibê, Kefer Tial ê gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin. Di encamê de li Qaqafînê çeteyek hat kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

SOHR`ê destnîşan kir ku di 12`ê Cotmehê de balafirên şer ên Rûsyayê 4 êriş li dijî girên El-Xidir ên li gundewarê bakurê Laziqiye bombebaran kir.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket