Kazimî girtina tawanbarê teqîna Keradê destgîr kir

Êraq 06:07 PM - 2021-10-18

Mistefa Kazimî girtina tawanbarê teqîna navçeya Keradê li hundirî Bexdadê destgîr kir.
Îro roja duşemê 18-10-2021`an serokwezîrê Êraqê Mistefa Kazimî girtina terorîstê ku teqîna Keradê encam daye ji raya giştî re da ragihandin.

Serokwezîrê Êraqê aşkire kir ku ew kesên ku xwîna welatiyên Êraqê rijandin emê wan bernedin û lêborînê ji wan re nakin ku wê sizayên xwe li gorî tawanên ku kirine werbigrin.
Hêjayî gotinê ye ku di roja 3-6-2016`an de li navçeya Keradê rojhilatê teqîneke terorîstî pêkhat di encamê de, 324 kesan jiyan ji dest dan û 250 kesên din jî birîndar bûn.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket