Mîtanî bi "Rewşenbîr" beşdarî çalakiyekê bû

Wêje û Huner 05:28 PM - 2021-10-18

Li  Bajarê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê, helbestvan û dîrokzan û nivîskarê kurd ê naskirî Biradost Mîtanî bi helbestekê beşdariya çalakiya Tev-çandê  û Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bû, ya bi hev re, çalekiyek helbestî û hunerî li dar xistine.
Ev jî helbesta helbwstvan Biradostê Mîtanî ye ku di wê çalakiyê de pêşkêşî amadevanan kiribû:

Rewşenbîr.

Rewşenbîrî ya rojên giran e.
Zanist  û pêşketin  û raman e xebat ,dilsozî û berxwedan e.
Ne tenê li şahî û seyran e.

Pênûs tiveng e.
Wek şox û şeng e
Lênûs xweş ceng e.
Rûpel bi deng e.
Neyar nehing e
Çandyar lehing e

Ne heme wergirtina xelat
Gotin û biribira  bo welat
Pabendî ,xuhdan û  bi xebat
Ji bo bindestiyê  tê  felat.

Nivîsîn tenê ne Behar e.
Carinan sir ,serma û  ar e .
Ne ji şervan tenê re bar e
Bo me hemiyan rol û kar e.

Hevriyo ev erk  kul û derd e .
Mixabin henekan  jê berda .
Paş xwe hiştin mal ,mewdan tev de.
Xwe kirin kurdperwer bi ser de

Baskan vedike  mîna  firindê  baz.
Li dora xwe radike Dû,toz û telaz.
 Bajar û xak berdan bi mitir û gaz.
Şoreş dikir  diyaredeyek negengaz.

Rewşenbîro : Îro azadî me bire
Me digot ax Kurdistan ka li ku re.
Ne li Berlîn , ne Lundin va li vir e
Hêvî me li gotinên min negire
Ne ji te û  min ,ji her kurdekî re  .

Helbestvan; Biradost Mîtanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket