Êranê silav li hilbijartinên Êraqê kir

Êraq 12:24 PM - 2021-10-18

Roja Duşemê Tehranê silav li hilbijartinên yasayî li Êraqê kir, destnîşan kir ku rewşên erênî di danûstandinên bi Erebistana Siûdî re serdest bû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Êranê Seîd Xatîbzede di kongireyeke rojnamevanî de got ku welatê wî "pêşwazî li  lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê li Êraqê dike di çarçoveya avêtina pêngavên yekgirtî de ji bo avakirina civakeke demokrat."

Derbarê danûstandinên di navbera Êran û Erebistana Siûdî de, Xetîbzade diyar kir ku heya niha 4 dewreyên danûstandinan di rewşên erênî û dostane de derbas bûne.

PUKmedia- Ajansa Fars

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket