PUKmedia dema ragihandina encaman aşkire dike

Êraq 05:27 PM - 2021-10-16

PUKmedia dema ragihandina encamên proseya dengdana hilbijartinan aşkire dike
Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan encamnameyên dawiyê ya dengdana hilbijartinên li Êraqê bi awayekî giştî û dawî ji raya giştî re bi riya PUKmedia`yê aşkire kir.
Di wê barê de, endamekî tîma ragiahndina komisyonê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku proseya jimartina bi destî îro roja şemiyê bi dawî hat.
Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Îmad Cemîl dazanîn ku wê encamnameya hilbijartinên sala 2021`an  ê Êraqê îro demjimêr 6 ê hêvarî be.
Her di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku li meydana Firdewsê a Bexdadê hinek tevilheviyên ewlehiyê hene û ev jî ji ber ragiahndina encamnameyên giştî ê hilbijartinên pêşwext li Êraqê ye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket