Peyamên salvegera 4ê ya koça dawî ya Mam Celal

Kurdistan 04:20 PM - 2021-10-16

Peyam û name û nerînên siyasetmedar û çalakvanan derbarê 4 mîn salvegera koça dawî ya rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal li jêr bişopînin û bixwînin.

Di peyamên praniya wan de, rola serok Mam Celal û kar û helwest û berhem û karîzmeya kesayetiya wî derdikeve holê ku Mam Celal xwedî kesayetiyeke mezin û bilîmet û karîzme bû ye.

3-10-2021`an 4 sal di ser koça dawî ya Celal Talebanî re derbas dibin

Li ser koça dawî ya Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî re 4 sal derbas dibin.

Yek ji navên di siyaseta Kurd de herî bi bandor Celal Talebanî ye ku sala 1933’yan li gundê Kelkanê yê girêdayî navçeya Dukanê ji dayik bûye.

Talebanî ji temenê xwe yê ciwantiyê û vir ve jiyana xwe di nava siyasetê de derbas kir û li gel gelê Kurd weke ‘Mam Celal’ dihat naskirin.

Di sala 1946’an de komeleyeke fêrkirinê ya veşartî bi navê Komeleya Pêşxistina Xwendinê ava dike û weke sekreterê wê tê hilbijartin.

Sala 1954’an jî weke Endamê Polîtburoya PDK’ê hat hilbijartin.

Piştî xebateke bi nirx û demdirêj di 3’yê Cotmeha 2017’an de li nexweşxaneya Berlînê koça dawî kir û li Girê Debaşan ê Silêmaniyê hat veşartin.

Mam Celal li pey xwe temenekî tîjî têkoşîn hişt.

Ronahî. Tvê

Peyama Serokê PDKê rêzdar Mesûd Barzanî ya li salvegera koça dawî ya Mam Celal

Birazayên min Kek Bafil û Kek Qubad

Li bîranîna 4 derbasbûna li ser koça dawî ya birayê minê birêz Mam Celal, li gel pêşkêşkirina rêz û pêzanînên min ji bo dewra bi bandor ya birêz ya di dema xebata şoreşgerane ya li tevgera rizgarîxwaza gelê me da û di dema Serokayetiya Iraqê da wekî yekem Serok Komarê Kurd, niha zêdetirê ji hemû deman hest bi xesareta ji destdana wî dikim. Hêvîdarim hûn jî berdewam bin li dirêjedana bi rêya bavê xwe ya ji bo pêkanîna xewna gelê me û kêmasiyê li bihêzkirina yekrêziya niştimanî de nekin.

Mamê we

Mesûd Barzanî

Peyama serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê di çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal de ragihand, “Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftina me ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Îro di biranîna koça Serok Mam Celal de bi rêzdarî xebat û têkoşîna wî ya bo pêkanîna mafên gelên Iraqê û gelê Kurdistanê bi taybetî bibîr dixin. Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftinê ye. Yada we bixêr û giyanê we şad

Peyama KCK’ê ya bi boneya çaremîn koça dawî ya Mam Celal Talebanî wiha ye:

“Em rêber û damezrênerê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê û serokkomarê Iraqê Mam Celal Talabanî di salvegera çaremîn de bi rêz bibîrtînin û dilsoziya xwe ya bi rêbaza wî ya azadîxwaz û nîştimanperwer re dûbare dikin.
Di dîroka her netewekê de hinek kesayet bi zanabuna dîrokê, xwedî helwesta şoreşgerî mohra xwe li bûyer û pêşketinan didin û dibin beşek ji nasname û dîroka wê neteweyê.

Serok Mam Celal Talebanî jî kesayetek bi wî awayî ye ku zêdetirî nîv sede di xebat, têkoşîna ji bo maf û azadiya gelê Kurd de, li ser destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî Başûrê Kurdistanê xwedî şopek diyare.
Li ser vê hebûnê karî li ser asta Rojhilata Navîn û Iraqê jî, bibe navnîşana jiyana heveş, aştî, danûstandin û çareseriya pirsgirêkan. Ew dostanî û hevrêtiya di navbera serok Mam Celal, Rêber Apo û mamosta Îbrahîm Ehmed de, ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û destkeftiyên mezin ên nîştimanî û demokratîk bû bingehê hebûna hêvênê yekîtiya netewî. Heya niha jî ev yek hîn dewam dike. Di roja me ya îro de ku dijminên gelê Kurd hewl didin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabikin, girêdana bi mîrasê şoreşgerî, netewî, nîştimanperwerî ya vê dostaniyê, kilîda derbazkirina qeyranan û têkoşîna dijî êrişane.

Di çaremîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal de, em bi erk û berpirsyariya xwe dizanin ku xwedî li mîrate û bîranîna serkirdeyê mezin ê gelê xwe derkevin. Em girîngiyê bidin têkoşîna yekîtiya netewî û  têkoşîna dijî dagirkeriyê. Li ser bingehê aştî, wekhevî, jiyanek hevbeş û demokratîk li hemû Kurdistanê de bingehek ava bikin. Hêvîdarîn Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê li gorî rêbaza mîrateya netewî û demokratîk ya Mam Celal, bikare ji her demê bihêztir li ser komên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê bibe xwedî rol.”

Peyama Partiya Demokratîka Gelan (HDP)ê jî ev e...

Em ê Mam Celal bi rêzdarî yad bikin

Em ji ber koça dawî ya Celal Talabaniyê Daner û Sekreterê Giştî û Serokkomarê 6emîn ê Iraqê ku ev demek e li Berlînê ji ber nexweşiyê tedawî dibû, pir xemgîn in.

Mam Celal di van dem û qonaxa giring a dîrokî ya ku gelê kurd tê re derbas dibe, bi ked û cehd û xîreta xwe ji me re wek mîras tecrubeyeke têkoşînê hiştiye. Koça wî ya dawî dê ji bo gelên deverê bibe kêmasiyeke mezin.

Em ê bi hişmendiya tecrubeya wî ya têkoşînê ya ku wî ji me re wek mîras hiştiye, li deverên ku gelê kurd lê dijî, têkoşîna xwe ya demokratik bidomînin û wî wek leheng û gernasekî gewre her yad bikin.

Rehma Xwedê li Mam Celalê ku jiyana xwe fîdayî azadiya gelê kurd kiriye û di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet û şanaz wergirtiye dikin û em sersaxiyê li gelê kurd û li gelên deverê dikin.

Mam Celal, dê li her derê cîhanê her û her di dilê gelê kurd de û di dilê gelên ku têkoşîna azadiyê didin, her hebe her bijî.

 Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî

 

Partiyên Kurd li Rojava nameyên sersaxiyê bo koça Celal Talbanî belav kirin

Piştî koçkirina dawî ya emîndarê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNK berêz Mam Celel Telebanî gelek nameyên sersaxiyê hatin belav kirin.

Partiya Demoqrat a Kurd li Sȗrî (Partî) di nameya xwe ya sersaxiyê de dibêje ku Mam Celel Telebanî nemȗneyek ji siyasetmedarê zana, rewşenbîr ȗ niştimanperwerê bêhnfireh re  bȗ.

Partî di nameya xwe de bi navê xwe ȗ sekreterê xwe Nesredîn Ibrahîm sersaxiyê ji YNK ȗ gelê Kurd bi koça Mam Celel re dixwaze.

Her wiha Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sȗryê nameyek sersaxiyê belav kiriye ȗ têde dibêje ku nemir Celel Telebanî bi zanebȗn ȗ rewşenbîriya xwe dikarîbȗ roleke dîrokî di jiyana gelê Kurd ȗ tevera rizgarîxwaza Kurdistanê de bilîze, ȗ wî kar ȗ xebateke bê hempa di ber gelên cîhanê yên bin dest de dikir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi helkfta koça dawî ya Mam Celal daxuyaniyek da û sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, rêveber û endamên YNKê û malbata wî re xwest.

Peyama Partiya PAKê jî ev e...

PAK: Em rêberê welatperwer ê Kurd Mam Celal Talabanî bi giramî bibîrtînin
Em rêberê welatperwer ê Kurd Mam Celal Talabanî bi giramî bibîrtînin
PAK: Em rêberê welatperwer ê Kurd Mam Celal Talabanî bi giramî bibîrtînin
Sekreterê Giştî yê YNKyê, welatperwerê Kurd Birêz Celal Talabanî (Mam Celal) roja 03.10.2017an koça dawî kir.
 
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
 
Em di çaremîn salvegera wefata wî de, rêberê welatperwer ê Kurd birêz Mam Celalî bi giramî bibîrtînin.
 
03.10.2021
 
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Roja Koça Dawî....

Di sala 2012`an de Mam Celal rastîç kirîza mêjî hat û piştî 5 salan ji nexweşiyê, di roja 3ê Cotmeha 2017`an de, di temenê xwe yê 84 saliyê de, di yekek ji nexweşxaneyên  Almanyayê koça dawî kir.

Bi boneya koça dawî ya rewanşadê gelê kurd serok Mam Celal, li Herêma Kurdistanê heftêyek û li Êraqê jî 3 rojan şîna seranserî hate ragihandin.

Her wiha li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî şîn hatine ragihandin.

Îro di serîde li Silêmaniyê, li gelek cihên Kurdistan û cîhanê ji bo Mam Celal konê sersaxiyê tê danîn.

PUKmedia-Ajansên Kurdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket