Herêma Kurdistanê li ber baranbarînê ye

Kurdistan 02:17 PM - 2021-10-16

Hat zanîn ku rêvebiriya keşûbaya Herêmê dibêje ku wê di rojên dahato de, li Herêma Kurdistanê baran dibare.
Li gorî rêvebiriya keşûbaya Herêma Kurdisatnê ku îro roja şemiyê 16-10-2021`an bi belavokekê daye weşandin tê de hatiye ku tê texmîn kirin ku wê di rojên bê de baranbarîn dest pê bike.

Rêvebiriya keşûbayê Herêma Kurdisatnê destnîşan dike ku tê texmîn kirin ku wê di sê rojên dahato de, dest bi baranbarînê bê kirin. Wê di roja yekşemê 17-10-2021`an de keşûba ewir be û wê pileyên germê di navbera 5 bo 7 pileyan be û wê asta germbûnê kêm bibe. Her weha di roja sêşemê de jî, wê keşûba di navbera ewirgirtin û baranbarînê de be û firtiene û bahoz jî li Hewlêr û Duhokê dest pê bikin ku pileyên germbûnê wê pir dakeve.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket