Helebçe: Fastîvala henaran birêve çû

Kurdistan 12:10 PM - 2021-10-14

Roja Pêncşemê çalakiyên Festîvala henaran li Parêzgeha Helebçe, bi amadebûna hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî destpê kirin.

 Rêveberê Giştî yê Çandiniya Helebçe Setar Mehmûd di merasîma vekirina festîvalê de got bi salane parizgeh 30 ton henar derdixe, û ji hikûmetê xwest ku ji ber hişkesaliya ku îsal li herêmê rû da û kêmbûna baranê cotkaran qerebû bike.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Helebçe Azad Tewfîq di merasîmê de pêşwaziya xanim Şanaz Ibrahîm Ehmed, endama Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsên hikûmî yên ku beşdarî merasîmê bûn kir, û tekez kir ku girîngiya festîvalê ji bo aborî û çandiniyê parêzgeh û ji bo danasîna Helebçeyê girînge.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku dê civînek di navbera Wezareta Çandiniyê ya herêmê û Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta Federal de were saz kirin da ku pêşangehek mezin a çandiniyê were saz kirin.

PUKmedia- Ferhan Heme Xan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket