Amadekirina reşnivîsa budçeyê ya sala 2022 -an bidawî hat

Kurdistan 12:25 PM - 2021-10-13

Şêwirmendê aborî yê Serokwezîrê Federal qedandina amadekirina reşnivîsa budçeya sala bê ragihand, di heman demê de pisporê aborî paşxistina pejirandina budçeyê ji hêla Encûmena Nûneran ve dûr xist.

Rojnameya El-Sebah ji şwirmendê Aborî yê Serokwezîr Mazher Mihemed Salih îro Çarşemê veguhest û got ku amadekirina reşnivîsa bûdceya sala bê 2022 qediyaye û nirxê bermîlek petrol bi rêjeyekê hatiye hejmartin bermîlek 50 $, tekez kir ku hikûmeta dahatû dê pêşnûme qanûnê gotûbêj bike.

Ji aliyê xwe ve, şirovekarê aborî Humam Şemai di hevpeyvînekê de digel PUKmedia re piştrast kir ku ji ber bihayên neftê yên heyî û bendewariyên pêşerojê yên van bihayan, nirxa bermîlek 50 dolar pir hêjaye.
Roja Yekşemê 10/10/2021 li Êraqê hilbijartinên qanûnî yên pêşwext birêve çû, biryare ku Encûmena Nûneran a nuh yekemîn rûniştina xwe piştî pejirandina dadgeha federal ji encamên dawîn re ku komisyon wê di rojên pêş de wê raghîne.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket