Bafil Talebanî: Kerkûk wê mîna serdema Mam Celal vegere

Kurdistan 12:29 PM - 2021-10-10

Roja Yekşemê 10/10/2021, Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Talebanî, li yek ji navendên hilbijartinê li bajarê Silêmaniyê dengê xwe da.

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî ku dengê xwe da di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: Peyama min pir zelal e, em ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vegerînin serdema serokê rihmetî Mam Celal.
 Emê Kurdistan û Kerkûkê vegerînin serdema serok Mam Celal û di navbera Yekîtiya Niştimanî û Tevgera Goran de nêzîkbûnek mezin heye, û ev nêzîkbûn dê di pêşerojê de baştir bibe.

PUKmedia taybet


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket