Qubad Talebanî: Dengdan hem maf e û hem jî erk e

Kurdistan 09:16 AM - 2021-10-10

 Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li yek ji navendên hilbijartinê yên bajarê Silêmaniyê dengê xwe da hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê.

Piştî ku Talebanî dengda di heyama konfirenseke bRojnamevanî de got: Îro rojeke pîroz û xweşe ,em hemû maf û karê xwe bikar tînin ji bo bijartina nûnerên nuh ku wê li Bexdadê parastin li mafên destûrî yê Herêma Kurdistanê bikin.

Her wiha jî got, "Ez hêvî dikim ku hemî welatî biçin ser sindoqan da ku nûnerên xwe di parlamentoya nû de hilbijêrin û qonaxek nû ya têkoşînê ji bo xizmeta welatiyan bidin destpêkirin."

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: Kampanyayên hilbijartinê û dengdana taybet baş derbas bû, û em bi pêşkeftina proseya hilbijartinan dilxweş in. Destnîşan kir ku Hilbijartin ezmûneke demokratiye di xurtkirina welêt de beşdar  dibe û got ev rojeke ku welatî dikare bixwe nûnerên xwe hilbijêrin û hêvî kir jî ku tîmeke bihêz li Bexdadê çêbibe.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket