Daxuyaniyek ji Polîtburoya YNK derbarê bidawîbûna kampînên hilbijartinê

Kurdistan 09:19 AM - 2021-10-09

Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya bidawîhatina kampînên propagandayê ji bo hilbijartinên pêşwext ên yasayî,daxuyaniyek belav kir û têde wiha got:

Kurdistaniyên delal ...
Em nêzîkî kêliyên dawîn ên kampînên propagandayê yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Êraqê ne û em ê bi heman coşê şoreşa nû ya gelê xwe di rojên serhildan û rizgarkirina Kurdistanê ji destê rejîma Baasê ya zalim û rûbirûbûna tarîtiya rêxistinê DAÎŞê berê xwe bi sandoqan din ji bo dengdanê.
Îro piroseya dengdanê ya taybet birêve çû. Em Pêşmergeyên qehreman û Hêzên Navxwe yên Herêma Kurdistanê ji ber beşdarbûna wan a bi coş di proseya dengdanê de gelek dinirxînin û em hêvî dikin ku em jî bi heman ruhî beşdarî proseyê bibin.

Ey gelê leheng û têkoşer ê Kurdistanê ...
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, wek hêzek resen, xwedî dîrokek zengîn û biriqandî, pêşengê têkoşîn û fedakariyê, nûkerê parastina li hember dijmin û şikestkerê pîlanan, em bi birayên Tevgera Goran re  di çarçoveya Hevpeymaniya Kurdistanî beşdarî van hilbijartinan dibin, û bi piştgirî û piştevaniya  gelê me em li benda serkeftina mezin in, û em dixwazi serkeftina xwe diyarî giyanê rêberên xwe bikin, Mam Celal, Kak Noşîrwan Mistefa û hemû têkoşerên gelê me.

Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, armanca me ji Xaneqîn heya Zaxo, û ji Silêmaniyê paytexta çand û bajarê rizgarî û qurbaniyê heya Kerkûk Qudsa Kurdistanê, û ji Hewlêrê heya Duhok a bedew û Helebceyê şehîd, ji Karmian a Enfal û Raperîna serhildanê, û li Bexda paytexta Êraqê, û Mûsil a birîndar, Armanca me ew e ku em baweriya gelê Kurdistanê bidest bixin û nûnerên me yên li Bexdayê di çarçova stratejiya Mam Celal a zelal de ji bo yekxistina mafên me yên netewî bixebitin û bibin parêzvanek bihêz ji bo dabînkirin û parastina jiyana gelê Kurdistanê û ji bo misogerkirina destkeftiyên darayî a Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina destûra Êraqê.

Kurdistaniyên delal ...
Beşdariya we di proseya dengdanê de yek ji mafên we ye, û ku bi beşdarbûna we hûn ê bibin beşek ji pêvajoya biryargirtinê li vî welatî. Dengê we ji bo namzedên Hevpeymaniya Kurdistanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê cihê kurd li Bexdadê xurt dike hebûna tîmeke bihêz li Bexdadê jiyana aram li Herêmê peyda dike .

Yekîtiyên xwîn kesk...
Di dirêjahiya dîrokê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çend caran rastî zehmetiyan hatiye û ketiye kortalê, û dijberên me xeyal dikin ku wê têk bibin û ji holê rakin, we ev xewn têk biribû, vê carê bi beşdarbûna we em dikarin ji dijmin û dostan re zelal bikin ku YNK xwedî hêz û cemewerê polatî ye û ketina wê ne mumkin e û bi vê gavê emê gotina Mam Celal bi cih bînin ku digot keşt hildiweşe lê Yekîtî hilnaweşe.

Em bang li hemû kadro û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, xwedî Enfal û şehîdan, xwedî pêşmergeyên leheng, girtiyên siyasî û kesên astengdar ên di refên parastinê de, û kesên xwedî pêdiviyên taybet, bi taybetî ciwan û jinan dengê xwe bidin Hevpeymaniya Kurdistanî. Bi hev re em bihêztirîn in.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket