Hkûmeta Sûriyê gundewarê Idlibê topbaran kir

Cîhan 06:19 PM - 2021-10-08

Hêzên hikûmeta Şamê bi gelek mûşek bajarokê Meret Nesan ê bakurê rojhilatê Idlibê topbaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajarokê Teftenaz gelek mûşek avêtin bajarokê Meret Nesan ê bakurê rojhilatê Idibê, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ev topbaran hemwextî êrişên hêzên hikûmeta Şamê li herêmên bejahiyên rojavayê Helebê yên "Bêçek" pêk hat.

SOHR’ê duh destnîşan kir ku balafirên Rûsyayê derdora gundê Besenqol ê rojavayê Idlibê ku tê de baregeheke çeteyên Tehrîr El-Şamê heye bombebaran kir, di encamê de çeteyek hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket