Afganistan: Bi dehan kuştî û birîndar di teqîna mizgeftekê de

Cîhan 05:54 PM - 2021-10-08

Li gorî nûçeya AFP, ku di teqîna ku li mizgefteke kêmnetewên Hazara Şîa li bakurê rojhilatê Afganistanê bajarê Kunduz pêk hat de herî kêm 50 kes mirin û 140 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raportan hat ragihandin teqîn bi sedema teqîna bombeyekê li hundirê mizgeftê bû, di dwma ku nimêjker nimêja înê dikirin, lê heya niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Berdevkê Talîbanê Zebîhulla li ser Twitterê got: "Îro li mizgefteke îîyan teqînek pêk hat di encamê de gelek kes kuştî û birîndar ketin". û da destnîşan kir ku "yekîneyek taybet hat cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.".

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket