Bafil Talabanî: Em piştgiriya xwe ji daxwazên Êzîdiyan re nû dikin

Kurdistan 12:35 PM - 2021-10-07

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî bi boneya cejna "Cima" pîrozbahî li Êzîdiyên li Herêm û Êraq û cîhanê kir.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hatiye:
Xwişk û birayên Êzîdî yên li Herêma Kurdistanê, Êraq û cîhanê bi boneya cejna “Cimayê”, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim, hêvî dikim ku cejn bibe cejna anîna aramî û aştiyê û bibe gavek ji bo dermankirina birînên êzdiyan, avakirina Şengal û vegerandina koçberan bo warên xwe.

Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo xwişk û birayên Êzîdî nû dikin, ji bo qerebû kirina wan,û vejandina jiyanê li Şengal û rizgarkirina windahiyan û tawanên ku li dijî wan hatine kirin wek tawanên bi jenosîdê .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket