Desteya Tenduristiyê: 55 hezar derziyên Koronayê derbasî herêmê bûne

Tenduristî 10:05 AM - 2021-10-06

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdulah destnîşan kir ku 55 hezar derziyên vîrusa Koronayê derbasî herêmê bûne û destnîşan kir ku ev hejmar li gorî rêjeya pêketiyan gelkî kem e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zêdebûna rêjeya pêketan qedexeya giştî ragihand û tedbîrên pêwîst girt, Cîgirê Hevserokatiya Desteyê Mehmûd El-Ebdulah diyar kir ku 55 hezar derzî vaksîn derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û destnîşan kir ku "Ev derzî têrê nake ji ber vê yekê beşe yekemîn wê ji bo kadroyên tenduristiyê be ji ber ku ew bi metirsiyê re rûbirû ne.

Di dawiyê de Mehmdû El-Ebdulah bang li hemû welatiyan kir ku tedbîrên pêwîst bigrin da ku pêşî li belavbûna pêla çaremîn a vîrusa Koronayê bigrin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket