Talebanî; Kerkûk û xwediyên wê damarê vejandina nûhbûna YNKê ne

Kurdistan 06:33 PM - 2021-09-28

Di daxuyaniya xwe de, Bafil Talebanî ragiahnd; Kerkûk û xwediyên wê damarê vejandina nûhbûna YNKê ne.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî di heyama belavokeke xwe de derbarê serdana xwe ji Kerkûkê re ragiahnd Kerkûk ji bo me Qudsa Kurdistanê ye, kelhaya keske ya ji bo pêkvejiyanê ye û biratiya hemû neteweyan e û pêkhatên di hundirî bajêr de ne.

Her weha hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî aşkire kir ku Kerkûk amaneta Mam Celal û xwîna şehîdan û ciwanên şoreşa nû ye ku xwîna xwe ji bo azadî û aramiya Kerkûkê û Kerkûkiyan pêşkêş kirin ku ev tê selamndin ku Kerkûkî ew xwediyên rasteqîne ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ne.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wek partî girêdayî bi rêbaza serok Mam Celal  û xwîna şehîdan û wê her li kêleka Kerkûkiyan be û wê li ser vê rêbazê îro û sibê bi heman ruhiyet û ji bo biratî û pêkvajiyan ji ber ku Kerkûk û Kerkûkiyan gelek stem û nelihevî dîtinegihîştibû astekê ku êdî bêdengî bê sûd bû.

Em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destê xwe didn bi destên hemû netewe û ol û ayîn û pêkhatên Kerkûkê ji bo pêkvajiyan û lê ne li ser hesabê mafên me ên netewî, em we agahdar dikin ku emê li ser rêbaza Mam Celal bimeşin û Kerkûk û xwediyên wê damarên vejandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ne û bi hev re ber bi asoyê bêhtir ronakî ve biçin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket