Rojava Azadî ye

Wêje û Huner 05:22 PM - 2021-09-27

Welatê kurdan tev xêr û bêr e .
Nayê kiryarî bi zîv û zêra
Kurdin revîn  hiştin ji xelkê re.
Bi bîr tînin rojên ser me gêr e.
Wek komara Mehabad a pêr e.
Xwîşka wê Kurdistana sor pê re.
Kurdin man ,berxwedan dan wek mêra.
Siwarên Mîdmîtanî wek şêra.
Bi şahsiwarî mêrxasî têr e.
Hêvî geş kirin , bi xêr û bêr e
Hevalê hêho sil bû ji  bêr re
Pakrewanan xak paristin jê re.
Nû tê  ,diraje kevçî û kêra .
Mehşerê xweş dike ji sifrê re.
Dixwaze bixwe û ew bêkêr e
Hebûn destşil nedibûn çavdêra
Digotin şoreş demek  ma jê re .
Nû zanin ev  azadî  xêr e.
Rojava bû  rûmet ,yên ne pê re .
Bila zanibin ew man li jêr e.
Xisirîn bûn  ji deriyên xelkê re.
Biradostê Mîtanî.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket