Qubad Talebanî tekezî li ser pêwîstiya beşdarbûna ciwanan di avakirina welat de dike

Kurdistan 12:34 PM - 2021-09-27

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku pêwîste beşdariyek aktîf ya ciwan di avakirina welêt de hebe.

Qubad Talebanî di vîdyoyek ku ji Konferansa Ciwanên Kurdistanê Ber bi Pêşerojê re şandî de, ku roja Duşemê li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin got: Ez ji ciwanan re dibêjim ku hûn ne pêşeroja welat in, lê hûn îro û niha ne, em dixwazin ku hûn di avakirina welêt beşdariya we çalak be, divê ku baweriya we bi nerîn û tiwaneyên xwe bikin.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Ji pêşandina û derxistina karînên xwe netirsin û her yek ji me xwedî plan û ramanek nû ye, û ez we di konferansê de vedixwînim ku hûn li ser çawaniya beşdarbûna îro bifikirin, ne siba, ji bo avakirina welatê xwe û xurtkirina civakê.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket