Profesorekî kurd wek bijîşkê nimûne yê eyaletekî Amerîkayê hat helbijartin

Tarawgeh 12:16 PM - 2021-09-27

Profesor Xazî Zêbarî li eyaleta Louisiana ya Amerîkayê ji aliyê kovara Louisiana Life Magazîn, bi hevkariya kompanya Castle Connolly ve, ji bo sala 2021ê wek bijîşkê herî baş ê wê eyaletê hate helbijartin.

Kovarê li ser bingehê dengdana bijîşkan Profesor Xazî Zêbarî wek bijîşkê herî baş ê îsal helbijartin û li gor nêrîna wan bi awayekî zanistî û pîşeyî kar dike.

Profesorê cîgir li zankoya Colorado û derkeftiyê zankoya John Hopkins Ceger Casim jî ku li gel Profesor Xazî Zêbarî kar kiriye, di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Wek kurdekî, koçberek û bijîşkê Profesor Xazî Zêbarî ji bo me cîhê serbilindiyê ye û em berdewam xwe wek şagirtê wî dibînin.’’

Herwaha got, hêvîdarim çîroka serkeftina Profesor Xazî Zêbarî bibe hêvinê palder ango teşfîqê ji bo gelê me ku li ser asta navnetewî jî ala zanistê helgirin û berdewam xebata zanistî û mirovahiyê bidin.

Profesor Xazî Zêbarî serokê beşa emelyat û rêveberiya bernameya bijîşkê emeliyatê ye û heman demê de rêveberê navenda John MC Donald e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket