Talebanî: Xizmetkirina Kerkûk û Kerkûkiyan di seretey têkoşîna mede ye

Kurdistan 09:34 AM - 2021-09-27

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafl Talebanî duh Yekşemê, 26/9/2021, li avahiya nivîsgeha siyasî li Kerkûkê, bi fermandarên Yekîtiya Niştimanî li parêzgehê re civiya.

Di hevdîtinê de hilbijartinên Parlementoyê, serkeftina Hevpeymaniya Kurdistanî, çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê, peydakirina zêdetir xizmetguzariyan ji bo Kerkûkiyan û rêkxistina xebata hizbî di nav sînorên parêzgehê de gotûbêj kirin.

Hevserok di hevdîtinê derbarê rewşa giştî axaftinek kir û destnîşan kir ku siyaseta nû ya Yekîtiya Niştimanî kir, ku li gor berjewendiya giştî ye, diyar kir ku Kerkûk ji bo Yekîtiya Niştimanî xeta sor e, û wekî ku serok Mam Celal got : Kerkûk qudsa Kurdistanê ye ji ber ku xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan di rêza pêşîn a têkoşîna me de bû, hemî hewildanên me Parastina Taybetmendî û Kurdistaniya  Kerkûkê ye.
Bafil Talebanî spasiya çavdêr û komîteya kampîna Hevpeymaniya Kurdistanî û serkeftina namzetên wê yên li Kerkûkê kir ku erkên xwe bi serkeftî pêk anîne û diyar kir ku serkeftina Hevpeymaniya Kurdistanî li Kerkûkê misogerkirineke ji bo parastina Kurdistana Kerkûkê û pêkvejiyana hemû netewe û pêkhateyan, ji ber vê yekê divê em hewl bidin ku hejmara herî zêde ya dengan bi dest bixin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket