Guterres: Cîhan pir nêzîkî hilweşandina çekên navokî bûye

Cîhan 10:20 AM - 2021-09-26

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku cîhan pir nêzikî wêranbûna navokî bûye.
Guterres di tweetek ku wî li ser Twitter weşandiye de got mirovahî pir nêzikî qirkirina navokî bûye.
Guterres wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li tevahiya dunyayê 14 hezar çekên navokî hene û Mirovahî bi awayeke ne pijirandî nêzîkî rûxandina navokî dibe.
Wext e ku em ewrê nakokiya navokî ji holê rakin, çekên navokî li cîhanê hilweşînin, û serdemek nû ya pêbawerî û aştiyê vekin.
Hêjayî balkişandinê ye ku cîhan 26 sîptembirê bi roja Têkoşîna Navnetewî ya hilweşandina çekên navokî ahang lidardixe.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket