Sedir gefan li Hewlêrê dike

Êraq 02:59 PM - 2021-09-25

Muqtede Sedir gefan li Hewlêrê dike û daxwaza qedexekirina civînên xweşkirina peywendiyan bi Îsraîlê re kir.
Rêberê Rewta Sedir Muqtede Sedir aşkire kir sazkirina peywendiyan bi Îsraîlê re ji Êraqê re kok nabe û ji Herêma Kurdistanê daxwaza qedexekirina civînên ku daxwaza wê yekê dikin bikin.

Di belavokekê de, rêberê Rewta Sedirê li Êraqê Muqtede Sedir aşkire kir ku hinek dixwazin civînên terorîstî li Hewlêrê lidar bixin tako daxwaza sazkirina peywendiyên di navbera Êraq û Îsraîlê de bikin û ev kar dibe were qedexekirin û eger na, wê demê hikûmeta Êraqê wê wan kesên civîn kirine hemûyan bi tawanbar binav bike û hemyan destgîr bike û eger ew jî nebe, ew ê bikeve ser milê me û emê tiştê ku bixwazin ewmê bi bê tirs encam bidin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket