Balafirên Rûsyayê li rojavayê Idlibê êrişên hewayî pêk anîn

Cîhan 03:42 PM - 2021-09-24

Balafirên şer ên Rûsyayê îro li dijî gelek deverên gundewarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê derdora gundên Xesaniyê û El-Alya yên Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Bi vê êrişê re hejmara êrişên hawayî yên Rûsyayê yên li dijî herêmên bêçek gihaşt 185 êrişan, ji wan 140 êriş li Idlibê, 25 êriş li Lazîqiyê, 2 êriş li gundewarê Hemayê û yên mayî jî li nuqeteyan li bajarê Helebê pêk hatin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket