Blinken: Cîhan di zexta li ser Talîbanê de yek e

Cîhan 01:37 PM - 2021-09-24

Wezîrê Derve yê Amerîkî Anthony Blinken got ku ew di wê bawariyê de ye ku cîhan di pêkanîna fişarê li ser tevgera "Talîban" de yekgirtî ye, piştî ku wî bi karbidestên Pakistan, Çîn û Rûsyayê re hevdîtin pêk anî.

Li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Blinken bi Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî re hevdîtin kir, û bi wezîrên çar endamên Encûmena Ewlekariyê yên ku xwedî mafê vetoyê ne, di nav de Rûsya û Çîn, re hevdîtin pêk anî.

Blinken ji rojnamevanan re wiha got: "Ez difikirim ku yekîtiyek pir xurt a nêzikatî û yekîtiya armancê heye.", Talîban dibêje ew li rewabûnê digerin, û ew ji civaka navneteweyî piştgiriyê dixwaze.
Blinken serexebatên DY dubare kir, ku "Talîban" rê dide Afgan û biyaniyan ku ji Afganistanê derkevin, rêzgirtina tevgerê ji mafên jinan, keçan re, û nahêle ku Afganistan dîsa ji hêla tundrêyên wekî El-Qaîde ve were bikar anîn.
Di gotûbêja bi wezîrê karên derve yê Pakistanê de, Blinkenli ser "girîngiya koordînasyona danûstendina me ya dîplomatîk" tekez kir.
Di destpêka hevdîtina xwe ya bi Blinken de, Qureshi got, "Divê em rêyek bibînin ku em bi hev re bixebitin da ku em bigihîjin armanca xweya hevbeş, ew jî aştî û aramî ye.".

PUKmedia/Ajansan


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket