Kerkûk.. Di oparesyonekê de 7 çete hatin kuştin

Kurdistan 01:21 PM - 2021-09-24

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Êraqê eşkere kir; Hêzên Stixbaratê bi hemahengiya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, çalakiyeke serbazî li rêzeçiyayên Hemrînê li dijî çekdarên DAIŞê encam dan, destnîşan kir ku ew binke weke çavkaniyên êrîşên DAIŞê li Kerkûkê têne bikaranîn.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşa esmanî, rûbirûbûn li hember çekdarên din çêbû û di encamê de çend çekdar hatin kuştin û çekdarekî jî xwe teqand, ku di vê çalakiyê de bi giştî 7 çete hatin kuştin, hîn jî pişkinîn û lipeyçûna li wê deverê berdewam in.

Ji sala 2017an ve, dema Êraq serkeftina bi ser çekdarên DAIŞê de ragihand, ew komên çekdar heta niha jî hewl didin xwe rêk bixin û car caran li deverên bin desthilata hikûmeta ÊIraqê êrîş encam didin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket