Fransa pabendbûna xwe bi piştevanîkirina ewlehî û aramiya Êraqê piştrast dike

Êraq 11:10 AM - 2021-09-24

Serokkomar D.Berhem Salih li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, li New Yorkê , pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian kir.

Di hevdîtinê de, wan li ser zêdebûna pêwendiyên Êraq-Fransa û awayên geşepêdana wan di warên cude de, di nav de aborî û bazirganî, û hevkariya Fransa ji bo piştgiriya Êraqê di şerê li dijî têrrorîzmê û alîkariya mirovî de gotûbêj kirin.

Serok Berhem Salih tekez kir ku Êraq li hêviya piştevaniya heval û hevpeymanan e ji bo zêdekirina ewlehiya xwe, misogerkirina aramiyê, kar ji bo kêmkirina kirîzên li herêmê, û tekez li ser rola jiyanî ya Êraqê di vê yekê de.
Amajae bi wê yekê jî kir ku Êraq şerê xwe yê li dijî şaneyên terorîst didomîne û aramiya xwe û vebûna aborî û bazirganî xurt dike, û di warê parastina jîngehê de û ji nêzîk ve bandorên girîng ên guherîna avhewa li ser asta neteweyî û herêmî dixebite bi hevrêziya navneteweyî.

Ji aliyê xwe ve, wezîr Jean-Yves Le Drian pabendbûna welatê xwe ji bo piştevanîkirina ewlehî û aramiya Êraqê, û yekxistina hewlên xwe yên mezin ji bo sivikkirina aloziyên herêmî û pêwîstiya vegera Êraqê bo rola xwe ya sereke di wê de, û xurtkirina hevkariya aborî û bazirganî di navbera her du welatan de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket