Wezîrê karê Derve yê Sûriyê daxwaza derketina Tirkiyê kir

Cîhan 11:55 AM - 2021-09-23

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad ji dagirkeriya Tirk xwest ku yekser ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriye, derkeve.

Miqdad di axaftina xwe ya bi ajansa Novosti ya Rûsyayê re gotibû :"Divê dewleta Tirk hêzên xwe bikşîne û divê ji bo rizgarkirina xaka bakurê Sûriyê civaka navnetewyî rola xwe bilîze û destekê bide wan".
Miqdad anî ziman ku sedema rageşiyên dawîn a Idlibê piştgirîdayîna dewleta Tirk a dagirker  ji komên terorîst re ye.
Piştî serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê Beşar El-Esed re civiya daxuyaniyên hikûmeta Şamê li dijî dewleta Tirk zêde bûn. Her wiha her du serokan piştrast kir ku divê hêzên biyanî ji Sûriye derkevin.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket