Kuwêt pesna rola Êraqê di sivikkirina aloziyên li navçeyê dide

Êraq 10:14 AM - 2021-09-23

Serokkomarê Êraqê Berhem Salih li cihê rûniştgeha xwe li New Yorkê pêşwazî li serokwezîrê dewleta Kuwêtê Şêx Sebah Xalid Sebah kir.

Di hevdîtinê de, pêşkeftina mezin a ku têkiliyên birayatiya Êraq û Kuwêtê ku niha di asta xwe ya herî baş de ye pesinand, Her weha tekez li ser xurtkirina hevrêziyê, têkiliyên hevkariya hevbeş di warên cude ên siyasî, aborî, bazirganî û çandî de kirin.ji bilî hevrêziya helwêst ji bo aramî û ewlekariya navçeyê.

Serok Berhem Salih dilxwaziya Êraqê ji bo avakirina pêwendiyên nêzîk bi Kuwêtê re û zêdekirina hevkariya hevbeş ji bo berjewendiya her du welat û gelên bira dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kuwêtê Şêx Sebah Xalid Sebah hewlên welatê xwe ji bo xurtkirina pêwendiyên dualî di warên cihê de û piştgiriya ewlehî û aramiya Êraqê piştrast kir, û pesnê rola Êraqê di sivikkirina aloziyên herêmî de da.

PUKmedia


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket