Mamoste û xwendekarên zanîngehan piştgiriya Hevpeymana Kurdistanê kirin

Kurdistan 07:14 PM - 2021-09-22

Mamoste û xwendekarên zanîngehên Silêmaniyê piştîvaniyên xwe ji Hevpeymana Kurdistanê re dupat kirin.
Îro roja çarşemê 22-9-2021`an li bajarê Silêmaniyê di hola Şehîd Aram ya malbenda yek a rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êê de, bi serperştiya berpirsa desteya kargêr a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Şanaz Ibrahîm Ehmed civîneke berfereh ligel mamoste û xwendekarên zanîngehan birêve çû.

Di wê civînê de, berpirsa malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Şanaz Ehmed aşkire kir ku em rewşa xwendekar û mamosteyan ji nêzîk ve dişopînin û agahdarin ku di çi rewşê de jiyan dikin, lê emê hewil bidin ku wan alozî û kêşeyan çareser bikin.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, serpereştyara karûbarên Hevpeymana Kurdistyanê li Silêmaniyê û berpirsa malbenda yek ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li Silêmaniyê Şanaz Ehmed dazanîn ku pêwsîte di proseya dengdanê mamoste û xwendekar xwedî rol bin û berpirsyartiya wan jî hebe ji bo bi serxistina namzetên Hevpeymana Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket