Biden piştgiriya Washingtonê ji Êraqê re piştrast dike
Êraq 09:27 AM - 2021-09-22
Li New Yorkê, Serokkomarê Êraqê D.Berhem Ehmed Salih li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Serokê Amerîka Joseph Biden re civiya.
Di hevdîtinê de, têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de û awayên xurtkirina wan di warên cude de di çarçova diyaloga stratejîk a di navbera her du welatan de û li gorî berjewendiyên hevbeş, û piştgiriya ji bo birêkxistina hilbijartinên dadperwer gotûbêj kirin. herweha girîngiya berdewamiya xebata li dijî terorê û tunekirina wê jî hate tekez kirin.
Berhem Salih bal kişans ser xqwastina Êraqê derbarê avakirina pêwendiyên nêzîk bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di warên siyasî, ewlehî, jîngehî, aborî û çandî de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, û di çarçova rêkeftina stratejîk a di navbera her du welatan de, Salih tekez li ser wê yekê kir ku Êraqê ji siyaseteke hevseng ku piştgirî dide çareseriyên dîplomatîk û rêyên kêmkirina qeyran û sivikkirina aloziyan derdikeve û rola sereke ya Êraqê di pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê û rûbirûbûna jîngehê de.
Ji alîyê xwe ve, serok Joseph Biden pêşkeftinên ku Êraqê ji bo dabînkirina aramiyê bi dest dixe û hewlên wê ji bo kêmkirina aloziyan li herêmê bilind nirxand, bal kişand ser piştgiriya Washingtonê ji ewlehiya Êraqê re, û misokerkirina serweriya wê û xurtkirina aborî û şerê li dijî terorê piştrast kir herweha berdewamiya xebata hevbeş û koordînasyona di nav diyaloga stratejîk de di warên cude de li gor berjewendiyên herdu gelan.
PUKmedia /Ajansan
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25