Hişmend Şêxo : Efrîn Pêşenga bajarên Kurdistanê

Nêrîn 02:34 PM - 2021-09-21

Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye , Û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê. Herêmeke çiyayî bi dar û ber , Çem û avên xwe navdar û dewlemende , Herêmeke xweş û dîrokî ye.
Efrîn li aliyê herî dawîn li Rojavayê Kurdistanê dikeve , Li gelek deveran bi navê Çiyayê Kurmancan tê naskirin.
Herêma Efrînê pir kevnare , Dîroka wê vedigerê dema Horî û Mîtaniyan , Herwiha jî gelek cihên dîrokî yên şaristaniyên kevin tê de hene , Ev jî tê naskirin ku gelek şaristaniyan li ser vê heremê di demên cuda cuda de desthilatdarî kirine. Şerefxanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê (Mand) dike. Mand mîrê herêma Entakiya bû ye, wê demê herêma Kilis û di nav de Efrîn jî girêdayî Etnakiya bûne. Ji xwe heya destpêka sedsala 20’an jî Efrîn bi herêma Kilisê ve girêdayî bû , Û wisa berdewam kir heya berî şerê cîhanê yê yekem dest pê bike herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin , Lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Sûriyê , Herêma Efrînê ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Sûrî ve hate berdan. Wisa jî feleka Çiyayê Kurmênc wek a Kobanî û Cezîrê bi perçebûnê ve rû be rû ma û bû beşek ji Rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin Bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin , Wisa jî dîrokek nû ji bo Efrînê destpêkir. Dîrokek ji siyasetên kevneperest û şovînî û Erebkirina xaka kurdî destpêkir.
Efrîn li dawiya Rojavayê Kurdistanê ye , Li Rojhilatê Îskenderûnê û derya Spî dikeve. Xeta Tirênê ya Meydan Ekbezê û Kilisê Sînorên wê yên Bakurin , û ji aliyê Rojava jî Çemê Reş bi Erebî jê re dibêjin (Nehir El Eswed) , ji aliyê Rojhilat jî deşta Ezazê ye û ji aliyê Başûr ve jî, herêma çiyayê Sam’anê ye.
Efrîn herêmeke çiyayî ye, bilindahiya çiyayên wê di navbera 700/m û 1269/m de ye. Çiyayê herî bilind li Efrînê çiyayê Hawarê ye(1200/ m) ye. Her wiha çiyayê Lêlûn û Xastiyan jî hene. Li rex çiyayên bilind hin deştên fereh hene wek deşta Cûmê û deşta Hemqê. Di herêma Efrînê de çemê herî bi nav û deng çemê Efrînê ye. Ev çem ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di Efrînê re dîsa derbasî axa Turkiyê dibe û li Îskenderunê dirjê Derya Spî. Ferhbûna herêma Efrînê ji rojhilat heya rojava (55) klm û ji bakur heya başûr jî (75) klm. Wisa jî ferehbûna giştî nêzî (3850) klm yanê 2% ji giştî ferehiya Suriyê ye û 0,7 % ji ferehiya Kurdistanê ye.
Efrîn navenda herêmê ye wek paytext cih digire û navenda herêma Efrînê bi (63) klm ji bajarê Helebê ve dûr e , ji bilî Efrînê şeş bajarok û navçe hene (Şera , Bilbilê , Reco , Mabeta , Cindirêsê , Şiyê). Li Efrînê zêdetirî (360) gundî hene , û hejmara akininciyên herêmê digihê (523 258) kes , li gorî amara sala 2010an , Û hemû nişteciyên herêmê kurdin , Lê piştî qeyrana Sûrî destpêkir û wek koçberî li tevahî Sûriyê çêbû, di herêmên kurdî û di nav kurdan de jî çêbû lewre herêma Efrînê gelek welatiyên Ereb ji Helebê û herêmên din kirine mêvanên xwe û bi taybet kesên ji ber şer direviyan.
Gelê Efrînê bi xebat û welatparêziya xwe bi nav û denge. Û di rûpelên dîrokê de welatparêzî û tekoşîna wan li dijî zordariyê  xuya ye , Herwiha hêjayî gotinê ku çar pêşeng ji damezrênerên Tevgera Netewî ya Kurdî (Reşîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Şewket Henan , Xelîl Mihemed) ji herêma Efrînê ne , Û ji destpêka damezrandina tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û bi pêşengiya Partiya  Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûryê gelê Efrînê di zûturîn dem de tevlî xebata rêzanî bûn , Û di demeke kurt de şaxên rêxistina partiyê li seranserî kurdaxê belav bû , Lewre herdu endezyarên partiya me Hevalê Hemîd û hevalê Reşîd dibêjin destpêka tevgera rêzaniya kurdî ji çiyayê kurmênc ji Efrînê destpêkiriye, Û ev xala zêdetir xuya dibe di biryara serkirdayetiya partiyê de bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî Efrînê da ku istixbaratên Ebdilhemîd serac zanibin ku hebûna gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye, Lê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , Gelê Efrînê tu carî  ji xebata netewî û berevaniya di ber welêt de xwe nedaye paş, Lê belê herdem bi qehremanî xebata xwe berdewam kiriye , Herwiha tu carî gelê Efrînê siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan li ser xwe nepejrandiye û herdem ji bo doza gelê me û parastina xaka kurdî li hemberî desthilatdarên şovînî yên ereb serî hildaye û xebateke bê hempa kiriye.
Ҫanda netewî ya kurdistanî di nav tevahî Kurdên Kurdistana Sûriyê de bilinde û bi taybetî kurdên Efrînê di xebata xwe de bêtir giraniyê didin çanda kurdistanî , Û bi Hişmendî xebat û tekoşîna xwe dikin. Lewre di sedsala 20’an de, dema Partiya Karkerên Kurdistanê derbasî Kurdistana Rojava bû bêtir di nava gelê Efrînê de cih girtin û Çiyayê Kurmênc hembêza xwe ji şervanên Kurd re vekir , Û bi sedan ji keç û xortên xwe kirin qurbanî vê  şoreşê ji bo Azadî û serxwebûna Kurdistanê. Herwiha bi hatina bayê Azadiyê li Rojhilata Navîn û şoreşa Sûrî destpêkir gelê kurd pêşeng bû di vê şoreşê de û di hemû çalakiyan de , Di wê demê de tevgera Azadîxwaza kurd xebateke giranbuha kir di peydakirina yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî de, Lewre herdu aliyên kurdî (E.N.K.S û E.G.R.K)  hatin damezrandin û herdu aliyan (Desteya Kurdî ya bilind) damezrandin, wê biryarê hêviyên gelê me bilind kirin , Û di dîroka herêma Efrînê de balkêştirîn û xweştirîn roj ew bû ku Roja miletê me bi sed hezaran ji navçe û gundên ciwan daketin kolanên Efrînê bi lîliyên dayikan û nalînên partîzan û şervanan û bi Hawara zarokên kurdaxê qîriyan û gotin : Desteya Kurdî ya Bilind Nûnera min e.
Efrîn li hember dagîrkeriyê
Berî bi sê salan di 20 / 1 / 2018an de Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di Demjimêr / 4 / piştî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêşa Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin.
Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Turkiyê berê xwe bide gelê me yê Azadîxwaz û berê van diz û nandozên ku bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Herwiha pêncî û heşt rojan ji topbaran kirin , kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe ve di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de artêşa dewleta Turk a dagîrker derbasî bajarê kurdperweriyê bû , Berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên kurdan kirin.
Di destpêkê de Dewleta Turk û bi armanca şikandina hêvî û derûna mirovê kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî berê wan diz û nandozan dane peykerê (Kawayê serhildêr) Û rûxwendin ji ber ku ew ji gelê kurd re simbola Rizgarî , Azadî û serfiraziyê ye , Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran, Bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerînên hejar li bajarê xwe dinêrin!…
Di van hersê salên borî de gelê me yên li Efrînê mane jiyaneke zor dijwar derbas dikin ji girtin , kuştin , derwarkirina bi darê zorê , destdanîna ser mal û zeviyan û operesyonên guherîna demoxrafî berdewam e , Herwiha ne tenê şerê mirovan dibe lê belê şerê miriyan jî tê kirin û heya goristanên Efrînê wêran dikin.
Di derbarê parastina Efrînê de dûrî nerînên partîtî , Tenê ez ji dîrokê re dibêjim ku di wê demê de ji nav hemû aliyên tevgera kurdî li Sûriyê vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna kongireya Sotşî ji Partiya Pêşverû re hebû , Lê ji ber helwesta Rûsî ji şerê Efrînê (P.D.P.K.S) di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku ew beşdarî kongireya Sotşî nabin , Herwiha Partiya me gelek pêşinyarên çareseriyê pêşkêş kirin ku Bajarê Efrînê radestî Dewleta Sûriyê bikin ji ber ku Efrîn herêmeke kurdî sûrî ye , Û dawiya dawiyê Efrîn beşeke ji xaka Sûriyê , daku gelê me li ser xaka xwe bimîne û koçber nebe, Lê mixabin kes bi hawara me nehat û bersivên ne rêyalîst û ne berpirsiyar didan.
Di dawiyê de ez vê kurte nasînê diyarî hemû xebatkarên tevgera netewî ya kurdî dikim û ji gelê xwe re dibêjim :
Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Payiz - 22 / 9 / 2021 

Hişmend Şêxo
*Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket