Talebanî; Hevpeymana Kurdistanê encama qurbaniya pakrewan e ye

Kurdistan 05:19 PM - 2021-09-20

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî navenda pakrewanên hilbijarftina vekir.
Îro roja duşemê 20-9-2021`an li bajarê Hewlêrê bi amadebûna xwediyên pakrewanan, serokê Hevpeymana Kurdistanê Qubad Talebanî navenda pakrewanên hilbijartinê vekir.

Di wê barê de, serokê Hevpeymana Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo rojnamegeran ragiahnd ku Hevpeymana Kurdistanê ew ya malbatên şehîd û pakrewanan e ye. Ji ber ku wan ji bo Kurdistanê canê xwe kirin qurbanî û ev jî li stuyê me dikeve ku em Kurdistanê biparêz in û kiyana wê ya siyasî û mafên gelê kurd ê rewa li gorî destura Êraqê biparêzin.
Ji bo em xwedî li parastina Kurdistanê û mafê gelê kurd derkevin, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê bi sîberiya Hevpeymana Kurdistanê emê bikanibin li Bexdadê yekrêziya xwe biparêzin û xwedî li maf û destkeftên kurd derkevin û aramî û aştî peyda bikin.

Di dawiya axiftinên xwe de, serokê Hevpeymana Kurdistanê Qubad Talebanî aşkire kir ku ev hevymana Kurdistanê bernameya malbata pakrewan û hevpeymana rewanşad serok Mam Celal û xebatkar Newşîrwan Mistefa û xwediyên şehîd û hemû welatiyan e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket