Ciwanên Hewlêrê çîneke girîng in

Kurdistan 05:12 PM - 2021-09-20

Qubad Talebanî li gel Komeleya Xwendekarên Kurdistanê civînek li dar xist.
Îro roja duşemê 20-9-2021`an li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl endamê serkirdeyuetiya YNKê serokê Hevpeymana Kurdistanê Qubad Talebanî li gel Komeleya Xwendekarên Kurdistanê civiya. Di wê civînê de, Talebanî aşkire kir ku ciwanên Hewlêrê çîneke girîng ji civakê ne û cihê bawerî û hîviyê ne.

Di civîna kempîna ji bo proseya hilbijartinên Êraqê li bajarê Hewlêrê, serokê Hevpeymana Kurdistanê Qubad Talebanî nameya hevpeymana Kurdistanê gihand cemewerê gelê kurd li Hewlêr û deverên din ên Kurdistanê û daxwaza beşdarbûna hem çîn û tiwêjan kir ku beşdarî dengdanê bin û bi girîng zanî ku erkê hemû kadro û alîgirên YNKê ye ku namzetên Hevpeymana Kurdistanê bi serxînin.
Talebanî aşkire kir ku Bexdad pir girînge û ew riya çareserkirina kêşe û aloziyên me ye û yekgirtina YNKê bi Goranê redi hundir çarçoveya Hevpeymana Kurdistanê wê me li Bexdadê û Kurdistanê jî bihêztir bike.

Ji aliyê xwe ve jî Şalaw Kosret Resûl jî dazanîn ku dengên xwe wunda nekin û deng bidin ji bo serxistina Hevpeymana Kurdistanê û em dikanin mafên xwe bidest bixin û ezmûna me ê berê rastiyan derdixe holê û wê li Bexdadê giraniyeke me çêke û hewil bidin tako ciwan û gel tev beşdarî dengdanê bibin û biçne ser sindoqan û deng bidin û Hevpeymana Kurdistanê bi serxînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket