​​​​​​​Pêkanîna bendên lihevkirinê li rojavayê Derayê berdewam e

Kurdistan 12:45 PM - 2021-09-20

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina komîteya ewlehiyê û rûspiyên Tefesê de û piştî çareserkirina rewşa 500 çekdarên xwecih, hêzên hikûmeta Şamê îro bi ser malên bajarê Tafesê yê li rojavayê Derayê de girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çarçoveya pêkanîna lihevkirina hikûmeta Şamê, Rûsya û rûspiyên Tefesê de îro hêzên hikûmeta Şamê bi ser malên bajarê li rojavayê Derayê de girt.

Ev operasyon piştî ku rewşa zêdetirî 500 çekdarên xwecih û sivîlên ku divê erka leşkeriyê pêk bînin, li dar ket.

SOHR`ê duh ragihandibû ku efserên hikumeta Şamê ji rûspiyên Tefesê gelek pere xwest lê sedemên vê yekê nehatin zanîn. Li gorî SOHR`ê rûspiyên Tefesê 300 milyon lîreyên Sûriyê anku 85 hezar dolar berhev kiriye û daye wan.

Piştî ku hikûmeta Şamê daxwaza radestkirina hejmareke mezin a çekan kir, xebatên çareserkirinê duh li Tafesê rawestiya bûn. Lê piştre ev xebat ji nû ve dest pê kir û polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê îro derbasî Tafesê bûn û bi ser malan de girt.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket