Dadgeha Duhokê biryara 7 sal zîndan li Nezîr Birwarî xist

Kurdistan 09:32 AM - 2021-09-20

Roja Yekşemê, Dadgeha Duhokê biryar da ku girtiyê ji aliyê Asayiş Zaxo ve hatiye girtin ku navê wî Nezîr Birwarî bi 7 sal zîndankirin hat darizandin .

Biryara Dadgeha Temîz a Herêma Kurdistanê di 28/4/2021/de bibû sedema şermezarkirina sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û çapemenî, û hîn heta niha 6 sal ceza li 5 rojnamevan û çalakvanan li Duhokê axaftina demjimêrê ye li Kurdistan û cîhanê.

Kurê Nezîr Birwarî, Şivan ji PUKmedia`yê re got: Bavê wî yek ji kadroyên Komîteya rêxistinên Zaxo ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û di 11/2/2121 de, ji aliyê Asayîşa PDK ve hatibû girtin û ji nuh ve dadgeha Duhokê biryara 7 sal zîndan lê xist.
Derbarê biryarê de çalakvana mafên mirovan Besme Mihemed ji PUKmedia`yê re got: Desteya dadweriyê desthilata herî bilind e, lê mixabin destêwerdana partiyê di karûbarên dadwerî de tê kirin, û destnîşan kir ku pirsa girtiyên Duhokî dengvedanên berfireh di saziyên navneteweyî de dihêle.
Parlamenter û endama Komîteya Karûbarên Civakî û Parastina Mafên Mirovan li Parlementoya KurdistanêŞadî Newzad ji PUKmedia`yê re ragihand: Hemû dosyayên girtiyan û mehkûmên Badînan ne yasayî ne, bal kişand ku biryarên wan dadgehan girêdayî partiyê ne, nemaze bi amadebûna gelek çalakvan û rojnamevanan di zindanên Badînan de, û heya niha bû çend meh dozên wan nehatine çareser kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket