Talebanî: Projeyên me yên stratejîk hene ku dê 48 hezar derfetên kar peyda bike

Kurdistan 11:20 AM - 2021-09-19

Îro Yekşemê 19-9-2021` li navçeya Baziyan ya Silêmaniyê merasîma vekirina kargeha Ard bi amadebûna cîgirêserokê hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve çû.
Di merasîmê de, li destpêkê wezîra çandiniyê Bîgerd Talebanî ragihand ku ev piroje girîng û stiratîjîk e û bi wergirtin û bazarkirina genimê cotyaran, parastina ewlehiya xwarinê û piştgiriya berhema herêmî ve girêdayî ye û wê bi hezar derfetên kar peyda bike , destnîşan kir ku piroje di çarçoveya kampîna neteweyî ya bazarkirina genimê cotkaran de tê.
Wê diyar kir: Ev kargeh dê genimê qalîteya bilind bide û ji bo dabînkirina pêdiviyên herêmî bibe alîkar, me sala borî 390,000 ton genimê cotkaran wergirt, û destnîşan kir ku hişkesaliya ku par li Herêma Kurdistanê girt zirar da genimên cotkaran.
Qubad Talebanî jî axivî û got ev piroje girîng e û kargeh wê bi rojane 500 ton genim derxe. Herweba Bêgerd spasiya her kesê ku di pirojeyê de beşdar bûye kir û got li ba me gelek tişt ji bo xizmeta ciwanan hene û em ê bi hemû tiwaneyên xwe ji bo xizmetkirina welatiyan bixebitin , bal kişand ser pirojeyan û got wê zêdetir ji 48 hezar derfet kar peyda bike .
PUKmedia taybet


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket